PDK-S û PYDK: Divê çareseriya dosya Sûriyê li gor biryarên navdewletî be
Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya û Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistanê rewşa siyasî û pêşhatên dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê gotûbêjkirin.
Li Kampa Domîz a parêzgeha Duhokê, Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-Sê pêşwazî li şandeke Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Sekretêra Partiyê Fesla Yûsif kir. Şand ji aliyê Endamê Mekteba Siyasî ya PDK-Sê Hacî Kalo û hejmareke endamên encumena herêmî hate pêşwazîkirin.
Di dîdarê de, herdu aliyan nerînên xwe derbarê dawîn pêşhatên siyasî li Sûriyê û rewşa tevgera Kurdî li Kurdistana Sûriyê bihev guhertin, herwiha behsa rola bibandor ya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê wek sîwaneke siyasî û projeyeke netewî di xizmeta Doza Kurd e hat kirin, û tekezî li ser wê yekê hate kirin ku hemû çareseriyên siyasî ji bo dosya Sûriyê pêwîste di rêya cîbicîkirina biryarên navdewletî de be, û danpêdan bi mafên rewa yên gelê Kurd di nava Sûriyeke demokrat û azad e were kirin.
Binpêkirinên PYDê ji revandina çalakvan, rojnamevan û endamên ENKSê û revandina zarokan û çekdarkirina wan, herwiha şewtandina ofîsên Encumena Niştîmaniya Kurdî tewerekî din yê dîdarê bû.