Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Şeranê alîkariya malbatên vegeryayî dike
li navçe Şeranê a Efrînê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî bi ser 70 malbatên vegeryane ser warê xwe belav kir.
Jêderek ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji malpera PDK-Sê re ragihand, "Di çarçoveya alîkarî û piştevaniya xelkê Efrînê de, tîmên wan alîkarî bi ser 70 malbatên xelkê Şeranê belav kirin, ku ev demeke vegeryane ser mal û milkên xwe"
Herwiha diyar kir,"Ew alîkariyên hatine belav kirin ji betanî û selikên xwarinê pêk dihatin, û di demên bê de alîkariyên zêdetir belav dikin"
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi rêya hemareke projeyan wek Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê, nexweşxaneya gerok, projeya Azîzan û projeya alîkariya xelkê vedigere ser cih û warê xwe, alîkariya xelkê dike.