Qamişlo .. PDK-Sê civînek siyasî û rêxistinî li dar xist

Qamişlo .. PDK-Sê civînek siyasî û rêxistinî li dar xist


PDK-S: Duh 21ê Tîrmeha 2019an, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, endamên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê civînek li dar xist, tê de rewşa siyasî û rêxistinî gengeşe kir.

Civîn bi amedbûna Ebulkerîm Mihemed, endamê Komîta Rêxistinî ya PDK-Sê, û Nafih Ebdulah endamê Komîta Navendî ya heman partiyê bi rê ve çû .

Di civînê de, rewşa siyasî li herêmê bi giştî, û ya Kurdî bi taybetî hate gengeşekirin . Li aliyekî din ji civînê tekezî li ser karê endamên partî û pêwîstiya ektîvkirina çalakiyan di nav gel, bi mebesta peywendî û têkilî navbera gelê kurd de hate kirin .