Rûsiya: Beşar Esed ji desthilatê nayê dûrxistin
PDK-S: Wezareta derve ya Rûsiya dibêje mijara dûrxistina Esed ji desthilatê rûpeleke kevine û hatiye jibîrkirin .
Mariya Zaxarofa gotûbêja wezareta derve ya Rûsiya dibêje dergeh li ser pirsa çûna Beşar Esed serokê rêjîma Sûriyê ji desthilatê hatiye girtin , û Beşar Esed serokê welatekiye xwedan serwerî ye .
Herweha Zaxarofa got, ku gelê Sûriyê wê biryarê li çarenivîsa xwe bide herweha wê biryarê bide kesê ku Sûriyê bi rêvebibe .