Fransa daxwaza rawestandina şer li Idlibê dike
PDK-S: Welatê Fransayê daxwaza rawestandina şerûpevçûnan li Idilba Sûriyê dike .
Wezareta derve ya Fransayê topbarankirina kampên penaberan li parzêzgeha Idilbê şermezarkir, û daxwaz kir ku şerûpevçûn û armanckirina kampên derbideran bilez werin rawestandin .
Ji berya mehekê ve çekdarên rêjîma Sûriyê û balefirên Rûsî dest bi êrîşeke bejayî û asmanî li ser Idilbê kirine û di çend rojên dawiyê de çekdarên rêjîmê hejmarek deverên istiratîcîk ji destê girûpên çekdar derxistine û gihştiye nêzî bajarê Xan Şêxûn.