Daxuyaniya bi helkefta şeşemîn Salvegera ya damezrandina YXCDK - R

Daxuyaniya bi helkefta şeşemîn Salvegera ya damezrandina YXCDK - R

PDK-S: Rêheval û Endamên Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî- Rojava. ciwan û xwendekarên yên di warên zanist û têkoşînê de . Cemewerên gelê me yê Kurd yên serbilind.
Dayikên şehîd û xebatkaran.

Em bi serbilindî şeşemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî - Rojava pîroz dikin. Li ser vê yekê, em di serkirdayetiya Yekîtiyê de silavên germ pêşkêşî hemû endam û alîgirên rêxistina xwe dikin, û spasiya tevahiya medya, rojnamevan û nivîskarên ku piştgirî dane yekîtiya me di qunaxên tarî de, û spasiya xwe ji têkoşîn, bîhnfirehî û dilsoziya endamên rêxistina me di xizmeta xwendekar û ciwanan de dikin. Bê piştguh xistin , rola pêşeng a ciwan û xwendekaran di pêşengiya tevgera ciwanan de di destpêka şoreşa Sûrî de, û bi teybet tevgera kurdî , her weha rola giring di tevlêbûna li nav kar û çalakên siyasî de ku doza maf û azadiya neteweyî dike, û tekez kirin li ser nirxên exlaqî û sembolên gelê kurd ku li ser axa xwe ya dîrokî de dijîn li Kurdistan Sûriye.

Xebatkarên ciwan:
Damezrandina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan di 11ê îlonê de dibe ku pîrozbahiyek di salvegera destpêkirina şoreşa îlonê re be. Ew ne pergî ye , ew ji encama têkoşînên gelê kurd yên ji dehêsalan hatiye , û ew wek bersive ji salên kotekî , neheqî û koletî ji hêla rejîmên serwerî yên herêmê û karên şovenîst ji bo tunekirina nasnameya kurdî.

Ciwan û xwendekar:
Em dizanin ku we tu carî ji bo doza xwe kêmayî û texsîr nekiriye. Ji ber vê yekê, ramana damezrandina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan hat ku yek ji formên rêxistina ciwan û xwendekar bin, da ku ji nû ve enerjî û ji wan sûd werbigirin da ku bikaribin mafên neteweyî yên Kurd li Sûriyê bicîh bikin, û tekez li ser girîngiya ciwanan di hemû warên têkoşînê de bikin, û nirxê zanestiyê , rewşenbîriyê bi dûrxistina Ciwanan ji xebata siyasî tune ye . Bi taybetî ji ber ku mercên heyî gelek bandor li ciwan û xwendekaran kirine, û bû sedema koçberiya bi zorê û neçarbûna dûrxistina ji xwendinê . Li ser vê yekê, em soz didin gelê xwe û bi teybetî xwendekar û ciwanan , ku em berdewam bin di xizmeta maf û mafên xwendekar û ciwanan de û berdewamiya tekoşînê li rêbaza Kurdîtiyê, rêbaza Barzaniyê nemir heta pêkanîna armancên gelê me yê azadî û mafên polîtîk.


Bijî xebata Miletê me li ser rêbaza Barzaniyê nemir


Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî - Rojava
Ofîsa Sekirtariya
Qamişlo 11/09/2019