Xwecihiya Hilêliyê ya ENKSê civîna xwe lidarxist

Xwecihiya Hilêliyê ya ENKSê civîna xwe lidarxist

PDK-S: Bi emedebûna piraniya endaman encûmena xwecehî ya taxa Hilêliyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê lidarxist, û mijarên siyasî û rêxistinî û rewşa abûrî û herêma aram , rol û kerên ENKSê hatin gotûbêjkirin .

Civîn bi serpreştiya serokê xwecehiya taxa Hilêliyê Kamîran Ibrahîm birêve çû .

Piştî rawestandina xuleke bê deng li ser canê pakrewanan, behsa rewşa zehmet ya ku Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe hate gengeşkirin.

Li ser rewşa siyasî mijara herêma aram û rola ENKSê têde herweha gerên ku ENKSê pê rabûye hatin amejekirin .

Ji aliyê xwe ve Kamîran Ibrahîm ji malpera ENKSê re ragehand, ku rewşa niha herêm têre derbas dibe û hewldanên Tirkiyê ji guhertina demografî ya herêmên kurdî cihê dilgiraniyê ye û divê hizir li ser were kirin daku çareyek bilez ji rizgarkirina doza kurdî ji keraseteke nû re deyinin .

Di dawiya civînê de xişte û pilana karên çalkiyên demên bê de yên encûmenê wek lidarxistna simînaran û kar nav gel hate kirin.