Israîlê xaleke milîsên Îranê li Helebê armanc kir
Balafirên şer ên Israîlê derengiya şeva borî baregeheke milîsên Îranê li gundewarê Helebê armanc kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, Israîlê baregeheke milîsên Îranê li bajarokê Heyan li gundewarê Helebê armanc kir, di encamê de, 16 çekdar ji regeznameyên Sûrî û biyanî hatine kuştin.
Diyar kir, di encama êrîşê de, teqînên bihêz li pey hev di karegeha sifir de li bajarokê Heyan rû dan, ambolance û tîmên agirkujiyê gihîştin deverê ji bo bo vemirandina agir û veguhestina birîndaran bo nexwşxaneyan.
Ji destpêka 2024an ve, Israîl 44 êrîş li Sûriyê encam dane (32 esmanî û 12 bejayî), di encamê de, 92 baregeh, navend, alavên leşkerî û embarên çekan hatine armanckirin, 164 çekdar hatin kuştin û 69 birîndar bûn.