Potîn: Divê rewşa niha ya Sûriyê bandorê li destpêkirina Komîta Destûrê neke

Potîn: Divê rewşa niha ya Sûriyê bandorê li destpêkirina Komîta Destûrê neke

PDK-S: Serokê Rûsyê dibêje rewşa Sûriyê ya niha nabe rêgiriyê li destpêkirina komîta destûrê bike .

Piştî bidawî hatina civîna Fladîmêr Potîn serokê Rûsyê bi hevşanê wî yê Tirkiyê re roja Sêşemê 22.10. 2019, li bajarê Soçî Potîn ragehand, ku wî bi Erdogan re gelek rê ji bo piştevaniya proseya siyasî li Sûriyê gengeşekir .

Her weha serbarkir û got pêwîste rewşa Sûriyê ya niha rêgiriyê li destpêkirina karê komîta destûra Sûriyê ya nû ku biryare di dawiya vê mehê li Cenêvê were encamdan neke, û welatên gerantor jî divê demê de ji berê bêhtir piştevaniya wê dikin.