Civîneke wezarî derbarê Sûriyê li Cenêvê tê encamdan
PDK-S: Îro li Cenêvê wezîrên derve yên welatên gerantor ji proseya Asîtana re, Rûsya, Tirkiya û Îran derbarê Sûriyê dicvin.
Wezareta derve ya Rûsyê derbarê civînê ragehand, Sêrgî Lavrof wezîrê derve yê Rûsyê îro Sêşemê 29.10. 2019, seredana Cenêvê dike û dê beşdariyê di civîneke wezarî de li gor Asîtanayê bike .
Heman jêderê serbarkir, Lavrof dê danûstandnan li gel Ger pedersen şandiyê Navnetewî yê taybet bo Sûriyê û her du wezîrên derve yê Tirkiya û Îran jî bike .
Civîna welatên gerantor û pedersen beriya rojekê ji destpêkirina yekem civîna komîta destûra Sûriyê ya nû tê .