Dr.Ebdulhekîm Beşar: Mezlûm Ebdê derçûyê dibistana PKKê ye û gerek xwe jê vekîşne

Dr.Ebdulhekîm Beşar: Mezlûm Ebdê derçûyê dibistana PKKê ye û gerek xwe jê vekîşne

Dr.Ebdulhekîm Beşar: Mezlûm Ebdê derçûyê dibistana PKKê ye û gerek xwe jê vekîşne
Diktor Ebdulhekîm Beşar endamê komîteya destûrî ya Sûriyê û endamê polîtbîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistan – Sûriya, derbarê bangewaziya Mezlûm Ebdê fermandeyê giştî yê hêzên Sûriyaya Dîmuqratîk QSD got, Mezlûm Ebdê endamekî dibistana PKKê ye, û bangewaziya wî tenê ji bo piştevaniya serkirdayetiya wî ye.

Di gotarekê de, diktor Ebdulhekîm Beşar got, hin pêşîne ji Mezlûm Ebdê têne xwestin gerek encam bide, ewjî evin:
Yekem: raghandina xwejkarkişandin ji PKK, û xwe ji hemû kar û kiryarên ku PKK derheqê kurdên Sûriyê pêkanîne, bişû.

Duyem: raghandina jihev veqetandina QSD ji serkirdayetiya Qendîlê bi rêya daxuyaniyeke fermî .

Sêyem: derkirina hemû endamên girêdayî PKK ji QSD

Çarem: radestkirina endam û komên ku tawan li djî kurdan pêkanîne mîna komkujiya Amûdê , komkujiya malbata Şêx Ne'san li Efrînê , komkujiya Kobaniyê û terorkirinên ku encamdane mîna terorkirina şehîd Nesredîn Birhik , Miş'li Temo û kesne din jî, bo aliyekî lihevkirin li ser were kirin, herweha radestkirina endamên ku fermana encamdana wan tawan dane, ji bo dadgehkirina wan.

Pêncem: eşkerekirina çarenivîsa revandiyên li ser destê hêzên Mezlûm Ebdê, ji wan Behzad Dorsin , parêzer Idrîs Elo û kesne din jî.

Şeşem: raghandina partiyeke siyasî xwedî programeke Niştîmanî Sûrî.

Di dawiya gotara xwe de diktor Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê got, ceneral kesayetiyeke leşkerî ye û ne siyasî ye weke ku ew bixwe jî dibêje, û gotiye ku PYDê nûneratiya wan nake, û encamdana wî ji van pêngavan re girînge eger ew di bangewaziya xwe de rast be û lê têgihiştî be.