Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya
Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kak Siud Mela Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya pismamê we yê birêz, xwedê jêrazî Ekrem Seîd Mela gihîşt me. Serxweşiya xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
18.12.2019