Siûd Mela: Mezlûm Ebdê pabendî bi xalên insyatîva xwe nekirye

Siûd Mela: Mezlûm Ebdê pabendî bi xalên insyatîva xwe nekirye

PDK-S: Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê berisva daxuyaniya QSDê dide û dibêje, ku Mezlûm Ebdê pabendî bi xalên insyatîva ku derbarê yekrêziya navmala kurdî pêşkêşkiriye nekiriye
.
Di lêdwanekê de bo rojnameya Şerq Elawst Siûd Elemla ragehand, ku ew insyatîva ku ji aliyê Mezlûm Ebdê ve derbarê yekrêziya navmala kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatî pêşkêşkirin , Mezlûm Ebdê pabendî bi xalên insyatîva ku pêşkêşkirî nekiriye.


Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê dibêje heta weke niha doseya binçavkiriyên bi neçarî nehatiye yek alîkirin , û komîteyek din di vê derbarê de hatiye avakrin , û hîna çarenivîsa ( 9 ) çalakvan û endamên partiyên ser bi Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ve tariye û nehatiye xuyakirin , û gotjî ku raporta komîteya dûvçûn û şopandinê bi tenê ne bese
.

Siûd Elmela tekezî li ser wê çendê kir, û got ku ew daxwaza diyarkirina çarenivîsa tevaya girtiyan dikin , û herweha daxwaza serbestberdana wan ji zindanê dikin , û gotina qurbaniyan di raporta QSDê guman durustkiriye , û herweha gotina ku asteme kar li ser diyarkirina çarenivîsa girtiyên li Efrînê were kirin guman durust kiriye , ku heta Adara sala 2018 an Efrîn di destê PYDê deye.

.
Serokê Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê got, ku raporta komîteya ser bi PYDê ve diyarkirina rastiyan dûr dike , û bi taybetî ku Behzad Dorsin endamê Polîtbîroya Partiya Dîmuqrata Kurdistan – Sûriya berya ku were binçavkirin , asayîş û çekdarên PYDê gef lê kirbûn , û Behzad Dorsin li navçeya bin kontrola PYDê de hate binçavkirin .