Peyama Serok Barzanî ya li salvegera 37 saliya enfalkirina Barzaniyan

Peyama Serok Barzanî ya li salvegera 37 saliya enfalkirina Barzaniyan

Peyama Serok Barzanî ya li salvegera 37 saliya enfalkirina Barzaniyan
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro di demek da cejna pîroza Qurbanê dikîn ku heman demê de sîh û heft sal li ser tawana enfalkirina heşt hezar Barzaniyan da derbasdibe. Li vê salvegera tehl da xweşiya cejin û xemgîniya nebûna ezîzên me hêviyên hevin û qesîdeyeke (Elmutenebî) yê şaîr çendî guncawe ji bo îro ku dibêje: "Bi çi halek hatiye ve, ey cejin, weku berêyî yan te xeberekî nû heye...". Eve halê hemû roj û hemû dem û hemû cejna van jinên Barzaniyane û hemû kesukarên enfalê ku sîtem li wan hate kirin û dehan sal li çaverêkiriya ezîzên xwe bûn ku bi zulmê birin û enfal kirin. Lê belê her ew jinên qehreman bi serbilindî û îzeta nefsê ve xwe li ber xema ji destdana ezîzên xwe girt û berev lûtkeya bihayan hilkişan.

Li dirêjahiya salê da kêm roj hene bîranîna karesat û tawan û zulmek nebê ku derbarê gelê Kurdistanê de nehatibe kirin. Tawanên wiha mezin û nemerdane ku li dîroka mirovayetiyê da bêwênene. Gelê Kurdistanê dikarî tola xwe bike lê belê destê xwe ji bo tolhildanê nebir û rêya bexşîn û vekirina rûpeleke nû li ber girt. Ji ber ku çanda gelê Kurdistanê cûdaye ji çanda nemerdan û şoveniyet û dagîrkeriyê.

Li vê salvegerê da hezaran silav ji bo giyanê pakê Barzaniyên enfalkirî û hemû şehîdên enfal û şehîdên rêya azadiya Kurd û Kurdistanê re dişînîn û baştirîn wefa jî ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana mîlletê me, yekrêzî û birayetiya di navbera me û xweşdiviya niştimane.

Mesûd Barzanî

31.07.2020