Di 100 Saliya Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza de, Nivîskar Konê Reş pirtûkek berhev kir

Di 100 Saliya Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza de, Nivîskar Konê Reş pirtûkek berhev kir

PDK-S: Bi helkeftina ku di roja 15/2/2019'an de, (100) sal di ser rojbûna lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Marden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, Nivîskar Konê Reş pirtûkek bi navê (Dr. Nûredîn Zaza 1919 – 1988: Kurdê Nejibîrkirinê) berhev kiriye. têde têkoşîniya Zaza, ked û xebata wî aniye ziman, Pirtûk 144 rûpel e û ji aliyê weşanxaneya SÎTAV hatiye çapkirin.

Di vê derbarê de Konê Reş ji bo ARKê dibêje: “Ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me ew mafê wî, yê ku ji me tê xwestin lê venegerandiye.. Û me navê wî, baş bi nifşê nû nedaye naskirin..! Di sala 1957'an de, bi alîkariya wî PDKS li Sûriyê hat damezirandin û ew yekemîn serokê wê bû. Digel ku ew ji pêşengên xwendekarên kurd bû li Ewropa.. Wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir û tevî xerabiyên ku hatin serê wî, ji girtina zindanan û sirgunkirinê ji rêjîman ve, wî negot ez poşman im..”


Konê Reş serbar dike: " Bêgûman nivîsandin û berhevkirina min ji vê pirtûkê re gelekî bi min xweş e.. Min xebat, çalakî û berxwedanên wî li Sûriyê, Libnan û Ewropa baş anîne ziman û her wiha berhemên wî.. Belê ya hîn bi min xweştir ku min du eserên wî yên giring jî tê de belav kirine; yek jê ew reporta ku sala 1960'î, di zinda Mezê de nivîsandiye û pêşkêşî dadgeha Şamê ya bilind kiriye, ya din, ew pêşgotina bedew û bi nirx ku ji destana Memê Alan re nivîsandiye, di gel baweriyên hin siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd wek: Sînemxan Celadet Bedirxan, Abduhamîd Derwêş, Salih Gedo, Dr. Mohamed Salih Cuma, Mihemmed Îsmaîl, Fawzî Asad, Dr. Lazgîn Mihemed Fexrî, Hingur Osman Sebrî, Keyo Cegerxwîn, Îbrahîm Guclu, Şakir Epozdemir, Xelîl Sincarî, Şahîn Bekir Soreklî, Goran Candan, Dr. Yekta Uzunoglu.. ”

Nivîskar Konê Rewş herweha dibêje: “Jixwe mamoste Abdulhemîd Derwêş hevalê wî yê destpêkê baş baweriyên xwe anîne ziman.. Mamoste Omer Şêxmûs jî, ji gelekan bêtir jînnameya wî, durist nivîsandiye.. Mamoste Samî Namî jî, wek dostekî wî yê zindanê, baş ronahî berdaye ser berxwedana wî ya zindanê.. Ji dil spasiya wan dikim û spasiya tev siyasetmedar û rewşenbîrên ku bi gotinên xwe, beşdariya min di berhevkirina vê pirtûkê de kirin, dikim.
Di baweriya min de, çi kesê ku bide ser şopa Nûredîn Zaza, nikare mafê wî bîne ziman ku berî wî, nede ser şopa birayê wî Dr. Nafiz. Vêca min ji birayê wî Dr. Ehmed Nafiz Zaza destpê kiriye.
Ez ji dil spasiyên xwe ji xanima wî Gilberte Favre Zaza re pêşkêş dikim û xwe ji wefadariya wê û dilsoziya wê re ditewînim..
* Di 16ê sibatê de, gotineke min di 100 saliya rojbûna têkoşer Dr. Nûredîn Zaza de, li Pirtûkxaneya Kurdî (Kurdish Library), li Stokcholmê heye.. Ji dil spasiya Komeleya Kurdî ya Spangayê, kitêbxana Kurdî, mamoste Omer Şêxmûs, Reşo Zîlan, Samî Namî, Firat Cewerî, Mehmûd Lewendî, Salih Ince û Hacî Kardoxî dikim.”

Konê Reş Kî Ye?
Nivîskar û helbestvanekî Kurd e.. Navê wî Selmanê Osmanê Abdo ye. Sala 1953 an li gundê Doda, nêzîkî Qamişlo ji dayik bûye..

Ji berhemên Konê Reş:
- Serpêhatiyên Mîran (1) Beyrût 1991
- Mîr Celadet Bedirxan, bi Erebî, Şam 1992, bi Kurdî Stokholm, 1997
- Serhildana Sasonê, 1925-1936, Şam 1995, bi zimanê erebî ye.
- Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, Erbîl, 2000, bi zimanê erebî ye.
- Dîroka Qamişlo, Lêkolîn bi zimanê erebî ye. Stenbol, 2003, Heleb, 2004 û Silêmaniyê, 2006, Şam, 2012.
- Welato!, Helbest, Beyrût, 1998
- Dergehê Jîn û Evînê: Helbest, Beyrûrt, 2001
- Cûdî Çiyayê Miradan: Helbest, wergerandina Hejar Îbrahîm, Şam, 2004
- Dara Çinarê, Helbest, wergerandina Îmad Elhesen, Şam 2006
- Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl: Helbest, Ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê, êlûna 2010.
- Sîpan û Jîn, helbestên zarokan:I. Beyrût, 1993
- Şagirtê Bedirxan im, helbestên zarokan: II. Beyrût, 1996.
- Helbestên zarokan: Amed (Diyarbekir) 2013.
- Dîroka Rojanamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê: 1932 - 2012, lêkolînek berfireh e, Duhok 2013.
- Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, Stanbol, 2013.
- Malbata Bedirxaniyan (Geşta Têkoşîn û Janan): Ev pirtûk bi zimanê Erebî ye, Qamişlo 2016.
- Kurdên Êzidî li Sûriyê: Qamişlo 2017.
- Ji Geşt û Serdanên Min: Ev pirtûk germane ye. wek ku bi zimanê Ingilîzî dibêjin; (Voyages Literature), Qamişlo 2017.
- Osman Sebrî 1905-1993: Jînenîgarî û çend nivîs û helbestên nû, çapek nû ye. Qamişlo 2017.
- Gurzek Êş: Helbest, wergerandina zimanê Erebî Xalis Musewir, Qamişlo 2017.
Dawî, ew xwe bi vê helbestê dide naskirin:
Mirovekî Kurd im
Ji sala 1514'an ve
Ta roja îro;
Di kul, êş û janên
Gelê xwe de diponjim
Xemxur û zikêşê
Zimanê dê û bavê xwe me;
Yekim, ji wan kesên ku,
Li dor malbata Bedirxaniyan
Dixepêrim..
Ez Konê Reş im..