Du Dergeh ji bo vegera Derbideran ji Rukban tên emadekirin

Du Dergeh ji bo vegera Derbideran ji Rukban tên emadekirin

PDK-S: Rûsiyê û rêjîma Sûriyê eşkerekirin ku ewê du dergehên mirovî ji bo derketina welatiyên Sûriyê ji kampa Rukban di 19 vê Sibatê de vekin.

Li gor dezgehên ragehandinê yên rêjîmê wê du dergeh bi hemahengî li gel herdu desteyên hevrêzkar yên hevbeş yên Rûsiyê û Sûriyê ji bo vegera derbider û koçberan wê bên encam dan .

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê wan du desteyan ve hatiye blavkirin, ku ew biryar wê di 19 vê heyvê de têkeve warê cîbicîkirinê de ew jî li herdu bajarokên Cilîb û Cebel Elxirab li derdora devera Tenef û ew pirose wê li ser erêkirina derbderan bi neçarkirin bê encamdan û ew derbider wê bên veguhestin ji bo deverên ku ew hilbijêrin .