Pûtîn û Makron pêşhateyên Sûriyê giftûgo dikin
PDK-S: Serokê Rûsî Filadîmêr Putîn li gel hevşanê xwe yê Ferensî Îmanoyl Makron pêşhateyên dawî li Sûriyê giftûgo kirin .
Li gorî daxuyaniya kerêmlina Rûsî ku herdu serokan di peywendiyeke telefûnî de rewşa Sûriyê bi giştî û mijara Idilbê bi taybetî gengeşekirin .
Herweha herdu aliyan tekez kirin li ser giringiya destpêkirina pêkanîna komîtekê ji bo destûra Sûriyê û berdewamiya diyaloga siyasî li Sûriyê .
Di heman peywendiyê de behsa lutkeya sê alî ya di navbera Tirkiya û Rûsiya û Îran li Soçî jî hate kirin û rêkeftinên di navbera herdu aliyan de .