Qamişlo.. Serokek nû ji bo encûmena xwecihî ya taxên Kornîş û Wista ya ENKSê hate helbijartin

Qamişlo.. Serokek nû ji bo encûmena xwecihî ya taxên Kornîş û Wista ya ENKSê hate helbijartin

PDK-S: Li bajarê Qamişlo encûmena xwecehî ya taxên Kornîş û Elwesta ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê civîna xwe ya normal lidarxist û serokekî nû ji bo encûmena xwechî hilbjartin.

Roja Yekşemê 26.12. 2020, encûmena xwechî ya taxên Kornîş û Wista ya ENKSê civîna xwe ya normal li ofîsa xwe li taxa Kornîş ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê lidarxist, û têde Qedrî Can Elmela weku serokê encûmena xwechî ya taxên Kornîş û Wista hate hilbijartin û her yek ji Heyat Qico û Beşîr Temê weku cêgir jê re hatin hilbijartin, herweha di civînê de behsa pêşhateyên nû li deverê û danûstandinên Kurd - Kurdî û şewtandina nivîsgehên partiyên ENKSê hate kirin.