Wezîrê Tendirustiyê: Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan zêde bûye

Wezîrê Tendirustiyê: Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan zêde bûye

PDK-S: Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand; ji duh ve 750 kesên din bi Koronayê ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Saman Berzincî di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand: “Amarên pêketinê bi radeyeke berçav zêde bûne. Amarên niha metirsîdar in. Rêjeya mirinê bilind bûye.”

Berzincî eşkere kir: “Hefteya bê, Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dê bicive û raporeke bi hûrgilî li ser rewşa Koronayê amade bike.”

Derbarê vaksîna Koronayê de jî diyar kir; eger fermana bikaranînê derkeve, ji sibe ve dê dest bi dabeşkirina derziyên dijî Koronayê bikin.

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir ku Wezareta Tendirustiyê bi sîstemeke elektronîk, welatiyên ku pêwîstiya wanbi wergirtina vaksînê heye, desnîşan dike.

Saman Berzincî herwiha got; tîmên tendirustiyê, Pêşmerge, hêzên navxwe û pêketiyên nexweşiyên demdirêj, di qonaxa yekem de dê vaksîn werbigrin û bi qasî 43 hezar û 800 derzî ne.