Serokatiya ENKSê li gel Xwecihiyên Nûneratiya Oropa ya ENKSê civiya

Serokatiya ENKSê li gel Xwecihiyên Nûneratiya Oropa ya ENKSê civiya

PDK-S: Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li gel nûneratiya Ewropa ya ENKSê civiya, û di civînê de çendîn mijarên girîng hatine gotûbêjkirin.

Fêsel Yûsif endamê desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di rêya onlayn re civînek li gel xwecehiyên Nêmsa , Nerwêc , Holenda , Berlîn , Hanover , û Kîl yên ENKSê civînek encamda û di civînê de ronahî xiste ser dawîn pêşhateyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de.

Herweha di civînê de endamê desteya serokatiya ENKSê bi hûrgulî behsa kirîza Sûriyê kir, ku eve bûye bihtir ji deh salane û gelê Sûriyê di rewşeke xirab de jiyan dike, tekez kir ku pêwîste kirîza Sûriyê di rêya daxuyaniya Cenêv , û biryara 2254 ve were çareserkirin.

Derbarê danûstandinên Kurdî - Kurdî Fêsel Yûsif ronahî xiste ser sedemên rawestana danûstandinên Kurdî Kurdî , tekezî li ser helwêsta ENKSê ji bo berdewambûna danûstandinên Kurdî Kurdî û serxistina danûstandinan kir û got, ku pêwîste sînorek ji bo binpêkirinan were danîn.

Weke endamê desteya serokatiya ENKSê dayexuyakirin ku pêwîste binpêkrinên li Efrînê têne encamdan werne rawestandin.