Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

PDK-S: Roja çarşem 21.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir û ragihand Brîtanya û welatên Hevpeyman rijdin li ser parastina Herêma Kurdistanê ji êrîşan û aramiya Herêmê bi fakterêke serekî ya aramiya Iraq û navçeyê dizanin.

Her li vê civînê de proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û her wiha gefên li ber hilbijartinên paşeroja Iraqê hate nirxandin. Li beşeke dinê vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge û Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevanî û hevkariya welatê xwe ya ji bo serxistina çaksazî û çalaktir kirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dûpat kir.