Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir

PDK-S: Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya li bîranîna şoreşa mezina Îlonê:

Îro bi rûmetê ve bîranîna pêncih û neh saliya şoreşa mezina Eylûlê dikîn ku di demeke dijwar da û ji bo berevaniya li mayîn û mafê gelê Kurdistanê bi rêberayetiya Mistefa Barzaniyê Nemir û bi piştevaniya têkoşerên pêşeng û xebatkarên gelê me dilsoz hilpêkir.

Şoreşa Eylûl retkirina wê zulm û sîtem û rastiya tehl bû ku li ser gelê me da hatibû sepandin. Her ji bo wê yekê jî hemû zarok û gedeyên gelê Kurdistanê bi hemû netewe û ol û çîn û tiwêj û navçeyên cûda cûda, li bin ala şoreşê da civiyan, hemû şiyanên xwe yekxistin û heta gihîştina armancan li berxwedan û rêkeftinnameya yanzdehê adarê da destpêka mafên rewayên gelê Kudistanê bi dest ve anîn û her ewe jî bûye bingeha pêkanîna destkeftên piştî wê.

Baştirîn wane û penda ku ji wê şoreşa mezin da werbigrîn eweye, ji bilî têkoşîn û berxwedan û serdaçûna dijwariyan, tebayî û yekrêzî û kombûna me ye li bin yek sêwan û kepirê da û bi navê yek armancê da wekî take rêya gihîştina bi hêvî û armancên me yên rewa bû.

Li bîranîna wê şoreşa mezin da ku bûye xwendingehek ji bo hizr û bîra azadîxwazî û niştimanperwerî û nexşerêya têkoşîna ji bo nifşên dawiyê, silav û rêz ji bo şehîdan û cangoriyên şoreşê û wan hemû têkoşer û Pêşmergeyên pêşengên li wê dema dijwar de rêya xebatê nîşana gelê me dan û tohvê hêviyê çandin û bi wê navê da jiyan û canê xwe gorî kirin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11/09/2020