ENKSê daxwaza rawestandina şerûpevçûnên Qamişlo dike

ENKSê daxwaza rawestandina şerûpevçûnên Qamişlo dike

ENKSê daxwaza rawestandina şerûpevçûnên Qamişlo dike
Emîndariya giştî ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek derbarê şerûpevçûnên di navbera PYDê û milîsên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rêjîma Sûriyê ve ku ev çend rojin li bajarê Qamişlo rûdidin blav kir, di daxuaniyê de wiha hatiye :

Ji roja Sêşemê 20. 04. 2021, şerûpevçûnên di navbera çekdarên PYDê û milîsên çekdarên Berevaniya Niştîmanî yên bi ser rêjîma Sûriyê ve li bajarê Qamishlo li başûrê wê li (taxa Tey) navenda milîsên navborî, yên ku dest bi êrîşa li ser rêbenda ku wan ji hev vediqetîne, kirin, berdewam e.

Di encamê de, bi hezaran malbat ji taxê ber bi cihên ewle ve çûn, û gelek sivîl li taxê û taxên derdora wê şehîd ketin û bi guleyên bêserûber birîndar bûn, û metirsî ket nav xelkê bajar de.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî, di hevdemê ku banga rawestandina şerûpevçûnan, parastina sivîlan û mal û milkê wan dike, bang li xelkê herêmê dike, bi hemî pêkhateyên xwe ve, ku berpirsiyarî nîşan bidin û her tiştekê ku li dijî bêkvejiyanê, red bike.

23/4/2021

EmîndarIya giştî
ya Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê