Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta Raperîn û bîranînên Adarê

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta Raperîn û bîranînên Adarê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Adar meha serkeftin û êş û nehametiyên gelê Kurdistanê ye, beşa zêdeyê serkeftin û werçerxanên dîrokiyên gelê Kurdistanê li meha Adarê da rû dane. Adar ji bo xelkê Kurdistanê meha raperîn û qurbanîdan û nûbûna hêviyê ye. Li Adarê da gelê Kurdistanê dijî sîtemkarî û dagîrkeriyê da rawesta û qonaxekî nû li jiyana siyasiya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê pêkhat ku xwe li raperîna mezina adara 1991 de berceste kir.

Raperîn peyama rûn ya Kurdistaniyan bû ji bo hemû cîhanê ku bindestiyê qebul nekir û eger Kurdistan yek deng bê herdem serkeftinê li ser zulm û dagîrkeriyê de mîsoger dike.

Xweragirî û berxwedana xelkê û şoreşê, rejîma Iraqê neçar kir ku li yanzdeha Adara 1970 da yekemîn car beşek ji mafên gelê me hate nasîn û pejirandin. Beyannameya yanzdeha Adarê belgeyeke rûne li serkeftina şoreşa rewaya gelê Kurdistanê beranber hewlên asîmîlasyon û înkarkirina dagîrkeran. Li yanzdeha Adarê da û li şoreşa mezina Eylûlê da dijmin hate neçar kirin ku destberdarê lojîkî hêz bê û rêya danustandinê li ber bigrê.

Her li meha Adarê da şehîdên Helebçeyê bi bîr tînîn. Helebçe birînekî kûre li laş û bedena mîlletê me û nîşana dirindeyî û bêwîcdaniya dijminane. Helebçe dengê mezlûmiyeta gelê Kurdistane li sedsala derbasbûyî û hemû mirovayetî berpirse li asta wê tawana mezina li ser gelê Kurdistanê de hate kirin.

Li meha adarê da bîranîna Newrozê tê kirin ku ji bo gelê Kurdistanê sembola serkeftina jiyan û azadiye li ser sîtem û tarîtiyê da. Newroz mizgîniya nûbûn û destpêka nûye ji bo hemû takekesên hemwelatiyên Kurdistanê.

Li bîranîna Raperîn û helkeftên adarê da hezaran silav ji bo şehîdên raperîn û şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn. Ewê niha heye hemû berhemê xwîna şehîdên me yên serbilinde. Li vê bîranînê de silav û spas ji bo hemû hemwelatiyên Kurdistanê ku li qonaxên dijwar da xweragir bûne û sîtem û bindestibûnê tu demekî qebul nekirine. Silav ji bo qehremaniya Pêşmerge ku bi cangorî û camêriya xwe dîrokê ji bo gelê xwe tomar kirin.

Mesûd Barzanî
05.03.2019