Lêbûrîna Navdewletî rexne li biryara Denîmarkê ya vegerandina hejmarek ji penaberên Sûriyê kir

Lêbûrîna Navdewletî rexne li biryara Denîmarkê ya vegerandina hejmarek ji penaberên Sûriyê kir

PDK-S: Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî rexne li biryara Denîmarkê derbarê derxistina penaberên Sûriyê ji Denîmarkê û vegra wan ji bo Sûriyê girt.

Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî di daxuyaniyekî de rexne li biryara Denîmarkê derbarî nenûkirina kerta neştecîbûnê ya 380 ji penaberên Sûriyê yên ku li Danîmark dimînin bi bihaneya ku deverên wan li Sûriyê aram bûne girt û daxwaz ji welatê Danîmark kir, ku li ser biryara xwe vegerin ji ber ku ew penaber bi neçarî malên xwe bicî hêlane û ji zulm û sitemkarî û şerê Sûriyê reviyan e.

Rêxistina navbûrî huşiyarî da Danîmark , û got ev biryar û vegra van penaberan bi neçarî jiyana wan dixe metirsiyek mezin de herweha huşyarî da Danîmark, ku heger fişar li ser penaberan were kirin wê demê wê rewş aloztir bibe.

Hejmarek mezin ji penaberên Sûriyê giliyên xwe derbarî biryara Danîmark ya vegra bi neçarî jibo Sûriyê pêşkêşî desthelata wlatê Danîmark kirine.