Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkayê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkayê kir

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şeva borî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkayê kir ku ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê Aimi Katrona û Berpirsa Karûbarên Iraqê û Berpirsa Encûmena NIştimaniya Amerîkayê Zehra Bell pêk hatibû.

Di civînê de rûdanên li Iraq û Sûriyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha şanda Amerîkayê tekezî li ser berdewamiya alîkariya hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kiriye û hemahengiya hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê jî bi girîngî wesif kiriye.

Şanda Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kiriye divê budceya sala 2021ê ya Iraqê were cîbicîkirin û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî werin parastin.

Di beşekî din ê civînê de rûdanên li Sûriyê jî hatine gotûbêjkirin û şanda Amerîkayê tekezî li ser girîngiya diyaloga aliyên kurdî-kurdî kiriye.

Herwiha herdu aliyan behsa girîngiya mafê derbirînê azadiya medya û ragihandinê li Herêma Kurdistanê jî kiriye.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî aşkere kiriye weke berê wê berdewam bin li ser alîkarkirina şand û dîplomatên li Herêma Kurdistanê ne.