7 sal in Pêşmerge Tîrêj Behrem şehîd bûye

7 sal in Pêşmerge Tîrêj Behrem şehîd bûye

PDK_S:Di 21ê Tebaxa 2014an de, beriya 7 salan, qehremanekî Pêşmergeyên Leşkerê Roj giyanê xwe kire qurbanî di ber milet û xaka Kurdistana pîroz de, û rê neda dijmin û hovên serdemê derbasî xaka Kurdistanê bibin.

Roja 21-8-2014an Pêşmergeyê Leşkerê Roj Behrem Murad Silêman ku bi Tîrêj dihat naskirin, li eniya Bendava Mûsilê li gundê Sehlec yê ser bi Herêma Kurdistanê ve, di şerê rûbirûbûna terorîstên rêxistina DAIŞ, û berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de şehîd bû.

Şehîd Behrem sala 1993an de li gundê Helêq yê ser bi bajarokê Girkê Legê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Cihê xwe li hêza yêkê ya Pêşmergeyên Roj de digirt.

Ji destpêka damezrandina Leşkerê Roj ve, di şerê rûbirûbûna DAIŞa terorîst û dijminê Kurdistanê de, bi dehan Pêşmerge şehîd û birîndar bûne, û destanên lehengî û qehremanî û xweragiriyê tomar kirine.