Serok Mesûd Barzanî bersiva birûska Komîta navendî ya PDK-Sê da

Serok Mesûd Barzanî bersiva birûska Komîta navendî ya PDK-Sê da

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî bersiva birûska Komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya da û got bi hêvî ne gelê Kurdistanê armancên xwe cî bi cî bike.

Piştî ku Komîta Navendî ya Partiya demoqrata Kurdistan – Sûriya birûske bi hatina cejna remezanê ji serok Mesûd Barzanî re şandibû, serok bersiva PDK-Sê da.

Di nameya bersivdanê de weha hatiye.
BI navê Xwedayê yazdan û dilovan
Birayên rêzdar di Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya de, silav û rêz
Pîrozbahiya we ya bi hatina cejna remezana pîroz gihişt me, em spasiya we li ser hestên we yên pak dikin, û li ber Xwedê mezin digerin, û lavayan dikin ku vê helkefta pîroz li ser we de bi xweşî vegerîne, û gelê Kurdistanê hêvî û aramancên xwe di azadî, rizgarî, û aştiyê de cî bi cî bike.

Birayê we Mesûd Barzanî di 16 Gulana 2021ê de