Berpirsê Siyaseta Ewropa: Cîhan û Ewropa qet rola Kurdistanê jibîr nakin

Berpirsê Siyaseta Ewropa: Cîhan û Ewropa qet rola Kurdistanê jibîr nakin

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de bi Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrellre got, “Em daxwaz dikin ku Herêma Kurdistanê jî sûdê ji hemû rêkeftinên ku Yekîtiya Ewropayê bi Iraqê re dike werbigire.”

Berpirsê Siyaseta Derve ya Ewropayê Josep Borell îro Sêşemê piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin û piştre jî civiyan. Nêçîrvan Barzanî û Josep Borell piştî hevdîtinê konfranseke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji Borrell û şanda YE re got, “Hûn bi xêr hatin Iraq û Herêma Kurdistanê. Ev serdan di serdemeke girîng de pêk te û dilsoziya Yekîtiya Ewropî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan dide.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di hevdîtinê de mijarên wek aramiya têkiliyên Yekîtiya Ewropa û Iraqê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê, şerê li dijî DAIŞê, gefa terorê, hilbijartinên pêşwext ên Iraqê û beşdariya çavdêrên Yekîtiya Ewropayê, herwiha mijarên herêmî û hevpar hatine gotûbêjkirin û got, “Em spasiya Yekîtiya Ewropayê dikin ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwiha di mijara penaberan de jî bûye alîkar. Yekîtiya Ewropa di çarçoveya bernameyên pêşkeftinê de û di warên pêşxitina çavkaniyên mirovî de piştevaniya me kir.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Nêçîrvan Barzanî got: “Guherîna keşûhewayê bandorê li tevahiya cîhanê dike. Em jî beşek ji vê ne. Her diçe zêdetir eşkere dibe ku guherîna keşûhewayê ji bo ewlehî û pêşkeftina Iraqê xeternakeke cidî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê bi bîr xist ku sê bajarên Herêma Kurdistanê di çarçoveya projeya keşûhewya û enerjiyê ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve tê piştgirîkirin wiha pê de çû: “Em dixwazin ku Yekîtiya Ewropa ji bo nehiştîna ziyanên ji ber keşûhewayê piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bike. Em ji wan hêvî dikin ku di mijarên wekî xurtkirina saziyên hikûmî, reform, bicihanîna qanûnê, rêvebirina rast, pêşkeftina jin û ciwanan, sazkirina karûbarên akademî, zanîngehan, darayî û hiqûqî de piştgiriyê bikin. Herwiha em daxwaz dikin ku Herêma Kurdistanê jî sûdê ji hemû rêkeftinên ku Yekîtiya Ewropayê bi Iraqê re dike werbigire. ”

Di dawiya axaftina xwe Serok Nêçîrvan Barzanî got jî, "Ez dixwazim careke din piştrast bikim ku em di warê demokrasî, azadiya raman, rêzgirtina mafên mirovan, jiyana hevbeş di nav aramî û aramiyê de bi nirxên xwe yên hevbeş ên bi Yekîtiya Ewropayê re dilsoz in."

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrellre di destpêka axaftina xwe de spasiya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir ji bo pêşwaziya ku li wî kirin û da zanîn ku gotûbêjeke wan a berhemdar çêbû û got: “Herêma Kurdistanê ji dîrokê û vir ve di nav şert û mercên dijwar re derbas dibe û ev şert û mercên dijwar hêj berdewam dikin.”

Josep Borrell diyar kir ku ew piştgiriya Ewropa ji bo Herêma Kurdistanê tekez dikin û wiha pê de çû: “Wekî nûnerê Yekîtiya Ewropa, ez dixwazim piştgiriya xwe li vir careke din dubare bikim. Yekîtiya Ewropa dê dostanî û piştgiriya xwe ji bo wê bidomîne. Em dibînin ku di vê pêvajoya dijwar de ya ku Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe, di aramiya Iraq û herêmê de rolek girîng girtiye ser xwe. Ji ber vê sedemê, em girîngiyeke mezin didin têkiliyên xwe yên bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re. Di heman demê de bi serokên hikûmeta Iraqa Federal re jî. Em dizanin ku di gelek mijaran de pirsgirêk û astengî hene, em dizanin ku di navbera aliyan de nakokî hene, lê em dê piştgiriyê bidin we ku hûn van pirsgirêkan xwe çareser bikin û li hev bikin. Heya ku ji destên me tê em dê di vê mijarê de piştgiriya xwe bidomînin.”

Derbarê naveroka hevdîtinê de Borrell got: “Di hevdîtina me de ya bi birêz serok re, me mijarên gelek girîng gotûbêj kirin. Herêma Kurdistanê roleke giring ji bo berqerarkirina ewlekariyê dilîze. Roleke mezin a cengawerên Kurd di rûbirûbûna DAIŞê de hebû. Em dizanin DAIŞ bi dawî nehatiye. Wekî Yekîtiya Ewropayê, em dê piştgiriya xebata ku di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de tê meşandin bidomînin. Em dizanin ku gefên DAIŞê vê dawiyê zêde bûne û wan rêze êrîş pêk anîne. Di vî warî de piştgiriya me dê bidome. ”

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê herwiha eşkere kir ku ew dê rola şêwirmendên xwe yên leşkerî li Herêma Kurdistanê dirêj bikin û got: “Em dê bingeheke din a şêwirmendiyê li Herêma Kurdistanê vekin. Em dizanin Herêma Kurdistanê bi sedema koçberan rûbirûyî rewşeke dijwar bûye. Cîhan û Ewropa qet rola Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirina koçberan de jibîr nakin.

“Gelekî hêjay e ku hûn mêvandariya pêleke ewqas mezin a koçberan dikin, di nav wan de Êzidî û Xristiyan jî hene. We di heyama 6 mehan de mazûvaniya nêzîkî 2 mîlyon koçberan kir, bi rastî ev hejmar ji sisiyan yekê nifûsa Herêma Kurdistanê pêk tîne. Nimûneyên weha li kêm welatan têne dîtin. Rewşeke dijwar e ku mirov pêşwazî li pêlek wisa mezin a koçberan bike, û gelek lêçûnên wan jî dibe, ji ber vê yekê em rêzê ji we re digirin. Em pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikin ji bo vê helwesta hêja.”