Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa yê kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa yê kir

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Pêncşemê 30ê Îlona 2021ê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir.

Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Fransayê nameyeke Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihand Serokwezîr Mesrûr Barzanî.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di nameyê de spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike ji bo wê pêşwaziya germ a di dema serdana wî de li Hewlêrê li wî hat kirin.

Di beşeke nameyê de Macron diyar kiriye: “Fransa û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyeke wan a dêrîn û bêhempa heye, ku divê em di asteke bilind de rabigrin.”

Emmanuel Macron di nameya xwe de herwiha dibêje: “Fransa pabendiya xwe ya ligel we didomîne li dijî teror û di berjewendiya pêşvebirina aborî û civakî de.”