Nûnerên ENKSê di Itîlafê de bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiyan

Nûnerên ENKSê di Itîlafê de bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiyan

PDK-S: Nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê yên di nava Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê de civînek bi nûnerên wezareta derve ya Tirkiyê herwea berpirsê doseya Sûriyê re lidaxsit

Ebdule Gedo endamê desteya siyasî ya Itlafê di daxuyaniyeke taybet ji ARKê re got, ku roja Çarşemê 17 Mijdara 2021an, nûnerên ENKSê yên di nava Itlafê de bi nûnerên wezarta dever ya Tirkiyê herwea berpirsê doseya Sûriyê li Tirkiyê civiyan .

Li gorî Gedo raghandiye ku civîn derbarê binpêkirinên komên çekdar yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bû têde behs hate kirin ku çawa sînork ji binpêkirinan re were danîn .

Şanda ENKSê bi serokatiya diktor Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê Itlafê û endametiya her yek ji Şelal Gedo, Ebdulbast Hemo , Ebdule Gedo û diktor Zuhêr Muhemed herwea Şêxmûs Eco pêkdihat.