Encûmena Xwecehiya Dêrikê ya ENKSê civîna xwe ya asayî li darxist
PDK-S: Encûmena xwecehiya Dêrkê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê civîna xweya asayî li ofîsa Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê li darxist.
Di civînê de rewşa rêxistinî û çaweniya beşdariyê di kongireyê 4an yê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ku biryare were li darxistin , û çaweniya hebûna rolê di kongire de di rêya hilbijartina nûneran bi nerîneke hevbeş hatine gotûbêjkirin.
Herweha rewşa siyasî û ya abûrî û ewlehiya xirab li deverê bi giştî di civînê de hate gotûbêjkirin, ku çawe bi nerênî bandorê li ser kurdên Rojavayê Kurdistanê dike.