Xwecehiya Nesredîn Birhik ya ENKSê civînek li dar xist
PDK-S: Xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li Çil Axa û Aliyan ya Encûmana Niştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKSê civîna xwe ya asayî ya lidarxist.
Roja Çarşemê 1 Berçeliya 2021, xwecehiya şehîd Nesredîn Birhik li li Çil Axa û Aliyan ya ENKSê li nivîsgiha xwe li Çil Axa civîna xwe ya mehane lidrixsit .
Civîn li ser rewşa rêxistnî û raportên ku ji aliyê nivîsgehên karûbarê encûmenîn xwecehî û şaxan ve hatine bêşkêşkirin rawestiyan.
Herweha di civînê de behsa rewşa abûrî li deverê û bi taybet berdewamiya birîna elktirîk û bilindbuna nerxê kelûpelan hate kirin.
Beşekî din yê civînê li ser rewşa siyasî û seredanîn nivîsgeh û şandên ENKSê ji bo aliyên Navdewletî û danûstandinên kurdî kurdî û gef û fişara li ser malbatên pêşmergeyên Roj ji aliyê çekdarên PYDê têne kirin rawestiyan.
Herweha rewşa bajarê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û binpêkirnên girûpên çekdar di derheqê welatiyên van bajaran de beşek din ji mijara civînê bû.