Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta salvegera 24 saliya damezrandina Kurdistan TV
Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta salvegera 24 saliya damezrandina Kurdistan TV
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo birêzan serpereştiyar û desteya birêvebirin û hemû karmendên xweşdiviyên Dezgeha Satalayta Kurdistan
Bi helkefta 24 saliya pexşa Kurdistan TV pîrozbahiyeke germ li we dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim, li vê erka we ya pîroz ku xizmetkirine bi dîrok û çand û civaka Kurdistanê.
Cihê xweşhaliye Kurdistan TV her li destpêka karkirinê da bi bawerî û rastgoyî wê erka li ser milên xwe bi cîh kiriye û bûye cihê balkişandina bînerên xwe û welatiyan, her wiha bûye pireke peywendiya di navbera xelkê Kurdistan li navxwe û derve.
Pêwîste Kurdistan TV bi uze û enerjiyeke zêdetir ve berdewam bê li pêdagirîkirina bi çanda Kurdayetî û niştimanperwerî û pêkvejiyanê ew jî li jêr ronahî rêbaza Barzaniya Nemir.
Ew çaverêyiya li Dezgeha Satalayta Kurdistan heye ku wekî herdem mînberê hemû xebatgêr û welatî û pêkhatên Kurdistanê bê û bi şêwazê guncaw girîngî bi dîroka xebata xelkê Kurdistanê û niha û paşeroja mîlletê me bide.
Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim
Mesûd Barzanî
17.01.2023