Dayireya Rêxistina Kobanê ya PDK-Sê li Tirkiyê şîna kesayeta niştimanî Xelîl Şahîn kir

Dayireya Rêxistina Kobanê ya PDK-Sê li Tirkiyê şîna kesayeta niştimanî Xelîl Şahîn kir

PDK-S: Rêxistina Kobanê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li Tirkiyê birûskeke sersaxiyê bi koçbarkirina kesayeta niştmanî Xelîl Şahîn belav kir.

Îro roja Şemiyê 29 Çileya 2022, dayireya rêxistina Kobanê ya PDK-Sê li Tirkiyê birûskek bi boneya koçbarkirina Xelîl Şahîn kesayeta niştmanî belav kir têde hatiye, hevalê me Ferhad Şahîn endamê polîtbîroya PDK-Sê, bi kul û xem me nûçeya kurmamê we dermansaz Xelîl Şahîn, ku kedeke wî di rêxistina me de heye bihîst, kesayeta niştmanî Xelîl Şahîn roleke wî ya berçav di xizmeta xelkê me de dema ku ji Kobanê koçber û penaberî Tirkiyê bûy heye û koçbarkirina wî zirareke mezine ji gelê kurd û tevgera siyasî kurdî re li Rojavayê Kurdistanê .

Em serseaxiyê ji xwe û hemî malbata Şahîn re dixwazin û hêvî dikin xwedayê mezin wî bidlovaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bide we û cihê wî buhişta berîn be.