Li Girkê Legê Petrol li nav kolanan de herikî

Li Girkê Legê Petrol li nav kolanan de herikî

PDK-S: Li bajarokê Girkê Legê yê ser bi Dêrka Rojavayê Kurdistanê ve Petrola xam di nav kolanên Girkê Legê de herkî û metirsiya belavbûna nexuşîyan li cem welatiyan çêbûye .

Welatîyekî Girkê Legê ji malpera fermî ya Partî Dîmoqratî Kurdistanî - Sûriya re ragehand, ku pirsgirêkek di bûryên hêla bakur ya Petrolê de çêbû , û di encamê de petrol li nav kolanan de herkî .

Welatiyê Girkê Legê herweha da zanîn, ku ew yek metirsiyek li cem xelkê bajarokê çêkiriye lewma xelk banga caksaziyê dikin.