Ciwanekî Qamişlo bê seroşon çû
PDK-S: Eve heftiyeke , ciwanekê xelkê Qamişlo bê seroşone.
Berî heftiyekê, xwendekarê kolîja endazyariya Petrolê yê bi navê Kedir Cum'a kurê endama serkirdayetya Yekitya Jinên Kurdistana Sûriyê , Ariya Cum'a bê seroşone û heta niha çi agahî li ser nîne.
Malbata wî, bangek belav kiriye û têde daxwaz kir ku her kesê zaniyar û agahiyekê li ser çarenvîsa wî bizane peywendiyê malbata wî re bike.