Kiwêt amade ye welatiyên xwe yên nava rêzên DAIŞê de bûn werbigre

Kiwêt amade ye welatiyên xwe yên nava rêzên DAIŞê de bûn werbigre

PDK-S: Alîkarê wezîrê derve yê dewleta Kiwêt bo karûbarê geşepêdan û hevkariya Navdewletî dibêje welatê wî , rêgiriyê li vegera welatiyên Kiwêt yên di nava rêzên DAIŞê de bûn nake .


Nasir Elsubêh ji bo rojnameya Elqebis Elkoytiye ragehand, ku eger welatiyên DAIŞê yên di nava DAIŞê de daxwaza vegerê bo Kiwêt bikin , hikûmeta Kiwêt rêgiriyê li vegerê nake , û wê wan li gorî yasayê dadgeh û siza bide .

Herweha Elsubêh got ku Kiwêt pêşinyara dubare tevlîbûna wan kesên di nava DAIŞê de bûn di civakê de pêşkêşkî encûmena ewlehiya Navdewletî kiriye .