Şandeke PDK-Sê vekirina norîngeha pizîşk Lorîn Silêman li Girkê Legê pîroz kir

Şandeke PDK-Sê vekirina norîngeha pizîşk Lorîn Silêman li Girkê Legê pîroz kir

PDK-S: Şandeke rêxistina Girkê Legê ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê seredana bizîşkeke kurd li norîngeha wê ya nû vekirî li navçeya Girkê Legê kir û pîrozbahî bi vekirina norîngehê pêşkêşî wê kir.

Roja Înê şandeke rêxistina Girkê Legê ya PDK-Sê bi serkirdayetiya Hisên Silêman endamê komîta navendî ya PDK-Sê seredana bizîşka kurd Lorîn Silêman Ye'qûb li norîngeha wê ya nû vekirî li navçeya Girkê Legê kir û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Lorîn kir bi vekirina wê norîngehê û destpêkirina kar.

Di seredanê de Hisên Silêman endamê komîta navendî ya PDK-Sê hêviya serkeftinê ji bo bizîşka kurd Lorîn Ye'qub, ku pispora nexweşiyên zarokaye xwest .

Seredan cihê keyifxweşiya bizîşka Kurd Lorîn bû, û soz dide ku bi dilsozî bi karê xwe rabe û xizmeta miletê xwe bike.