Encûmena xwecehiya Girkê Legê ya ENKS civiya

Encûmena xwecehiya Girkê Legê ya ENKS civiya

PDK-S: Encûmena xwecehiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civiya û jimareyek mijar gotûbêjkirin.

Roja Çarşemê 01. 06. 2022, li hola şehîd Nesredîn Birhik li Girkê Legê encûmena xwecehiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê bi amadebûna tevaya endaman civiya.

di civînê de gefên Tirkiya li ser navçeyên Kurdî bi sedema behaneyên PKKê bi bilindkirina wêneyên Ebdule Oçelan dirust dike hatine gotûbêjkirin.

Herweha amadebûyan qonaxa ku danûstandinên Kurdî Kurdî gehiştinê û jimareyek mijarên civakî û siyasî gotûbêjkirin.