PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya meha Gulanê belav kir

PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya meha Gulanê belav kir

PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya meha Gulanê belav kir
Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya meha Gulanê belav kir, û têde behsa jimareyek mijar û babetên girêdayî rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî , û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

PDK-Sê di destpêka raporta xwe de ronahî xiste rewşa abûr ya xirab û berdewamiya kirîzan li seranserî Sûriyê ku roj bi roj jiyana rojane ber bi xirabûnê ve diçe bi serdma bilindbûna dolarê Emerîkî li himber lêreya Sûrî û giranbûna tevaya kerestên jiyanê yên sereke , ji aliyê siyasî ve jî PDK-Sê da zanîn, ku kirîza Sûriyê her ku diçe aloztir dibe tevî hewlên Gêr Pêdirson şandiyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê yên berdewam û lidarxistina gerên karê komîteya distûra Sûriyê ya pêşerojê li Cenêvê lê kirîza Sûriyê diçe aloztirdibe .

Raportê serbar kir, û got bi gefên Tirkiyê yên berdewam û encamdana operasyoneke leşkerî nû li Sûriyê rewşê dixe metirsiyê bi taybetî rewşa herdu navçeyên Minbic û Til Refetê ku herdû navçe destpêke berev cîbicîkirina pirojeya avakirina navçeya ewleh li Rojavayê Kurdistanê bi kûrahiya 30 kîlomitreyî ye ji aliyê Tirkiyê ve û destipêkirin bi avakirina neştecîyan ji bo vegerandin û bi cîkirina yek melyon penaberên Sûrî li devera ewleh ewjî bi armanca guhertina dîmuxrafiya navçeyên Kurdî .

PDK-Sê got ew dûr nabîne, ku Tirkiyê careke din operasyoneke leşkerî encam bide weke çawa beriya niha sê operasyonên li Serê Kaniyê , Girê Spî û Efrînê encam da bi wergirtina gilûpa kesk ji aliyê Emerîka û Rûsya, ku vê carê jî bi erêkirina herdû welatan dest bi operasyona xwe ya nû bike
.
Serbaretî rewşa navçeyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê PDK-Sê di raportê de ronahî xiste ser xirabûna rewşê bi giştî ji berdewamiya kirîzan , xirabûna rewşa xizmetguzarî bi giştî , çandî , diyardeya bê kariyê , nebûna ewlehî û aramiyê bi giştî ku di dema dawiyê de piroseyên diziyê zêdebûye serbarî berdewamiya revandina zarokên biçûk û armanckirina hin navçeyên sînorî ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ku bûye sedema belavbûna mertirsiyê li wan navçeyan serbarî kuştin û birîndarbûna welatiyan ji ber wan êrîşan.

Herweha PDK-Sê behsa rewşa hersê navçeyên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê yên dibin kontrola Tirkiyê û komên çekdar de kir, û got roj bi roj asta kiryar û binpêkirinên komên çekdar li hersê navçeyan bi taybetî Efrîn zêdetir dibe û rojane kiryar dermafê kurdan de têne encamdan û Tirkiyê hewl dide bi fermî Efrîn tevlî welatê xwe bike lewma pêwîste civaka navdewletî tevger û destwerdanê bike ji bo rawestandina siyaseta ku Tirkiyê niha li wan navçeyan dimşîne .

Li aliyekî dinjî PDK-Sê behsa xwenîşandanên PYDê û QSDê li navçeyên cuda cuda li Rojavayê Kurdistnê û navçeyên bin kontirola wî de kir, û got berdewamiya lidarxistina xwenîşandanên piştevanîkirinê ji PKKê re û blindkirina wêneyên Ebdule Oçelan ji aliyê PYDê û QSDê ve behaniyên xurt û bihêz dixe destê Tirkiyê de ku êrîşî navçeyên kurdî yên mayî bike .

Serbaretî rewşa Iraqê jî PDK-Sê di raporta xude ronahî xiste ser berdewamiya kirîza siyasiya Iraqê bi giştî , û destwerdanên derve di Iraqê de bi taybetî kir, ku bi tenê ev destwerdan xizmeta ecindeyên derve dike û nakeve xizmeta Iraqê de, û derbarî Herêma Kurdistanê jî raportê da zanîn ku Herêm ji gelek waran ve pêşve diçe ci ji aliyê siyasî be , abûrî be , xzimtguzarî be û bi tevaya hewlan radibe daku nakukên navbera xwe û Bexdayê re çareser bike , û ev yek nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê ber bi pêşketinek nû ve diçe .