ENKSê li Dêrikê civînek li dar xist

ENKSê li Dêrikê civînek li dar xist

PDK-S: Roja Pêncşemê 30yê Hizêrana 2022yan, xwecihiya Dêrikê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civîneke asayî li dar xist û tê de çendîn mijarên giring derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî gotubêj kirin.

Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê û bi amadebûna tevaya endamên xwe civîna xwe ya asayî li dar xist û tê de dawîn pêşhateyên siyasî li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybet gotubêj kirin.

Rewşa rêxistinî ya xwecehiyê û çawaniya ektîvkirin û pêşketina kar û rola xwecihiyê di nava cemawerê xwe de beşkekî din bû ji wê civînê.