Berpirsê doseya sûrî li Kurdistanê bi telefonê bi serokê Itîlafê re axivî
PDK-S: Îro 15ê Tebaxa 2022yan, berpirsê doseya sûrî li Kurdistanê bi telefonê bi serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê re axivî.
Bi mebesta pirsînê li tendirustiya wî, Hemîd Derbendî, berpirsê doseya sûrî li herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî bi Salim Muslit, serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê - Itîlafê - re encam da.
Di wê peywendiyê de, Derbendî li rewş û tendirustiya Muslit pirsî, û silavên serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihand wî.
Beriya çend rojan Salim Muslit serokê Itîlafê rastî nexweşiyekê hatibû, niha jî çareseriya xwe dibîne.