Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 76mîn damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 76mîn damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 76mîn damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina 16 Tebaxê û 76mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbayî pêşkêşî malbatên serbilind yên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, tevahiya kadîr, alîgir, cemawerê Partî û hemû xelkê Kurdistanê dikim.

Di bîranîna 16ê Tebaxê de peyama min ji bo cemawer û alîgir û endamên Partî eweye ku Partî(PDK) partiya doz û bihayane û şopa rêbaza Barzaniyê Nemir û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye.

Ji bo wê yekê pêwîste hemû kesên partîyî li asta meziniya dîrok û qurbanîdana partiya xwe û xwîna şehîdan bin û divê erkê xwe bi baştirîn awayî encam bidin ku xizmetkirin û bihêzkirina Kurdistanê ye.

Daxwaz ji hemû Partiyiyan dikim îrade û hêviya wan bihêz bê ji ber ku Partî îrade û hêvî û hêze ji bo hemû xelkê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî