Hevpeymaniya Niştîmanî bangek ji ber alîkariya neşteciyên kampan kir

Hevpeymaniya Niştîmanî bangek ji ber alîkariya neşteciyên kampan kir

PDK-S: Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê bangeke alîkariyê ji bo hewarçûna bi dehê hezaran ji derbederên Sûrî yên ku di encama lehiyan de li kampên bakurê Sûriyê rastî ziyanê hatine kir.

Di lêdwanekê de Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê blav kir ku pêwîstiya wan derbederan bi 2000 kon li cihê konên ku rastî ziyanê û binavbûnê hatine heye hereweha dabînkirina sutemeniyê û pêdiviyên xwarinê hene .

Hevpeymaniyê bal kişand ser wê yekê ku tevî ku hikûmeta demkî û tîmên berevaniya sivîl û encûmenên xwecehî kar ji bo pîşkêşkirina alîkariyan kirine lê hîn jî pêwsîtî bi pêşkêşkirina alîkariyên bihtir heye.