4 endam ji malbateke kurdên Rojavayê Kurdistanê bin av bûn

4 endam ji malbateke kurdên Rojavayê Kurdistanê bin av bûn

PDK-S: Mustefa Misto li gel 3 zarokên xwe, Rêdor, Dunya û Diyar li deryaya Spî li beravên Sûriyê de bin av bûn, di encamê de jiyana xwe ji dest dan, bi tenê hevjîna Mustefa rizgar bû.

Malbatê ji Lubanê hewl dida berê xwe bide welatên Ewropayê, lê belem, bin av bû û bi dehan bûne qurbanî.

Malbatê ji şêniyên gunde Be'iyê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, li Terablusa Lubanê neştecî bûn.