Nêçîrvan Barzanî rewşa Sûriyê li gel Nicholas Grainger gotubêj kir

Nêçîrvan Barzanî rewşa Sûriyê li gel Nicholas Grainger gotubêj kir

PDK-S: Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nicholas Grainger nûnerê Emerîka bo karûbarê Sûriya û şanda pêre kir.

Di hevdîtnê de kunsilê giştî yê Emerîka li Herêma Kurdistanê amadebû , dawîn pêşveçûnên Sûriya û Îraqê , gefên DAIŞê , peywendiyên navbera aliyên kurdî û pêkhateyên Sûriya de , rewşa kampan û bi taybetî kampa holê hatine gotûbêjkirin.

Li gorî ku malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê belavkiriye herdu aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya alîkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna terorê û metirsên DAIŞê ku hîn jî metirsiyeke rasteqîneye li ser Sûriya û Îraqê û deverê kirin.

Herweha serokê Herêma Kurdistanê û nûnerê Emerîka bo karûbarê Sûriya bi pêwîst zanîn welatên Ewropa û deverê ji bo wergirtina welatiyên xwe ji nava kampa Holê li Sûriya alîkar bin.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku teror bi tenê hêza çek nayê jinavbirin, belku nehiştina terorê divê di rêya perwerde û kurkirina çanda lêbûrînê û hev pejrandinê û pêkve jiyanê be.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê çendê kir, ku pêwîste gotûbêjî û yekrêzî navbera aliyên kurdî û pêkhateyên din de li Sûriya hebe.