Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Hevpeymanan rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşema 16.10.2022ê li bajarê Hewlêrê, di civînekê da digel birêz Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane û şandeya pê re, pêşhatên dawî yên di warê emnî da û gef û metirsiyên terorê û rûbirûbûna DAIŞê li Iraq û Sûriyê û dawî peymana li hevtêgihiştinê ya Pêntagonê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, prosesa makesaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo ji navbirina bi temamî ya DAIŞê û jinavbirina metirsiyên wan li ser aştî û aramiya Iraq û Sûriyê û navçeyê kirin.

Di vê derbarê de General McFarlane tekezî li ser pêgirbûna Hevpeymaniya Navnetewî ya li ser berdewamiya palpiştiya Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de kir û her du alîyan hevkarî û hemahengiya di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge bo şerê dijî terorîstên DAIŞê bi pêwîstî zanî.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, dawî pêşkeftinên prosesa siyasî, hilbijartina Serokomarê Iraqê û erkdarkirina Serokwezîrê nû ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta nû ya Iraqa Federal, dawî pêşhatên herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn ku Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê û Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê tê de amade bûn.