Hikûmeta Sûrî ya Demkî: Vegerandina Libnanê ji penaberan re binpêkirin e ji yasaya navdewletî re

Hikûmeta Sûrî ya Demkî: Vegerandina Libnanê ji penaberan re binpêkirin e ji yasaya navdewletî re

PDK-S: Hikûmeta Sûrî ya demkî got, ku piroseyên Libnanê yên vegerandina penaberên Sûrî bi hemahingiyê li gel rêjîma Esed ya tawanbar, binpêkirine ji yasaya Navdewletî û mafê mirovan re.

Hikûmeta demkî di daxuyaniyekê tekez kir, ku ew pirose nakevne di çarçoveya vegera xwebexiş de li gor, ku deshelatên Libnanê didine diyarkirin, û ew fişarê li ser penaberên Sûrî dikin.

Di dawiyê de jî daxuyaniyê diyarkiriye, ku rewşa Sûriyê û bi taybet li navçeyên bin kontrola rêjîmê de ji bo vegera ewleh û xwebexiş ne guncaw e, û hejmarek penaberên beriya neha vegrane rastî revandin binçavkirin kuştin û êşkencedanê hatine.

Û daxwaz ji deshelatên Libnanî kiriye, ku piroseyên vegrandina penaberên Sûrî rawestîne.