Şandeke ENKSê ligel alîkarê cêgirê wezîrê derve yê Emerîka re civiya

Şandeke ENKSê ligel alîkarê cêgirê wezîrê derve yê Emerîka re civiya

PDK-S: Li Hewlêrê şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê bi alîkarê cêgirê wezîrê derve yê Emerîkayê re civîya.

Şanda ENKSê ku ji diktor Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê Itlafa Sûrî û Ibrahîm Biro endamê desteya danûstandkar ya Sûrî pêk dihat bi Îsan Goldirîtiş alîkarê cêgirê wezîrê derve yê Emerîkayê û nûnerê taybet bo Sûriyê û berpirsa beşê siyasî di balyozxaneya Emerîkî de li Hewlêrê civiya.

Di hevdîtnê de Goldirîtiş behsa piroseya siyasî li Sûriyê û pêwîstiya bicîkirina biryarên Navdewletî kir, Serbarî tekezkirinê li ser rûbirûbûna terorê û çavdêriya mafên mirovan li Sûriyê.

Herweha egera dubarekirina danûstandinên Kurdî hatin gotubêj kirin.

Ji aliyê xwe ve şanda ENKSê behsa aloziyên li pêş çareseriya siyasî li Sûriyê û nehilbijartina rêjîma Sûriyê ji çareseriya siyasî re kir.
Û daxwaz ji aliyê Emerîkî kir, ku asankariyan ji bo vegera xelkên Efrîn, Girê Sipê û Serê Kaniyê werin peydakirin.

Herweha di hevdîtinê de rewşa navçeyên rojhlatê Feratê bi giştî û navçeyên Kurdî bi taybetî û koçberiya mezin ya xelkê bi sedema têkçûna rewşa abûrî û leşkerkirina neçarî û sepandina rêbazên xwendinê yên îdyolocîkirî û danpêdanekirî hatin gotûbêjkirin.